Yeah, there was an explosion... One died and eight more were injured. The Peyamner Kurdi-Latini reported on it this morning:
Dawîya encamê teqîna Duhokê: Şehîdek û 8 kes birîndar bûn
[16:06 , 25 May 2005]
http://www.peyamner.com
PNA
Hogir Mihemed /Duhok
Îro Katijmêr 10 e bi sibê li Bajarê Duhokê Du teqîne di demeka kin de li dû hev rûda û di encamê de polîsek şehîd bû û hijmarek polîs û welatî jî birîndar bûn .
Sebaret bi van dû teqînan birêz Lîwa Nîzar rehmetulah Ezîz, birêvebirê polîsê Bajarê Duhokê bi nûneratîya parêzgehê Duhokê bi Peyamnêr re ragihand: “Îro bi sibê katijmêr 10 e bi katê Kurdistanê li ser kolana giştî nêzîka benzînxaneya “Binavî” li rojavayê Duhokê rêjek ji “TNT” teqîya, û dema ku polîs û polîsê hatûçû digihîne wê cihê rêjek dî ji “TNT” diteqe, û di encamê de polîsek hatûçû bi navê “Hêriş Salim Hacî” û 8 kesên din birîndar dibin, ku piranîya wan ji polîs bûn, piştî wê bûyerê birîndaran digihînin xestexaneya firyakevtina bajarê Duhokê . Herweha piranîya birîndaran birînên xwe kûrbûn, tenê birînê yekî nekûrbû, û piştî demeka kurt ji bo pêşkêşkirina xwûnê gelek welatî li pêşa xestexanê beşdarbbibûn”.
http://peyamner.com/article.php?id=10229&lang=latin