Hello everyone,
I need an article translated into English. I somehow understand some of the words and I get the gist of what it means, but I need to understand it fully. I would really appreciate it if you could help me out with this.
Here is the article,
Cenazeyê gerîlayê HPG''ê Savaş Guneş (Serkeft Botan) ku di pevçûna li çoltera di navbera Elezîz û Çewlikê de ya di 31''ê cotmehê de jiyana xwe ji dest dabû, ji hêla hezar kesî ve bi dirûşmên wekî ''Rêhevalê Ocalan nemir e'' hate definkirin.
Cenazeyê gerîlayê HPG''ê Savaş Guneş (Serkeft Botan) ku di pevçûna li çoltera di navbera Elezîz û Çewlikê de ya di 31''ê cotmehê de jiyana xwe ji dest bû, li morga Nexweşxana Elezîzê hatibû rawestandin. Malbat û xizmên Guneş cenaze ji morgê girtin û anîn Amedê.
Cenazeyê Guneş li Tesîsa Petrolê ya Tirelo ku 10 kîlometre li derveyê Amedê ye, ji aliyê konvoya ku ji nêzî 30 wesayîtan pêk dihat ve hate pêşwazîkirin. Piştî ku ber bi Goristana Yenîkoyê ve bi rê ketin, li goristanê jî ji aliyê komek qelebalix ve hatin pêşwazîkirin. Gelek nivîskar jî tevlî merasîma cenaze bûn. Cenazeyê Guneş ku bi pûşiyên kesk û sor û zer hatibû pêçandin, bi dirûşmên wekî "Rêhevalê Ocalan nemir e", "Ey şehît xwîna te xwîna me ye", "Ocalan", li Mizgefta Goristana Yenîkoyê bi lorikan hate şûştin. Dema cenaze dihat şûştin, rêçên kûr ên guleyên ji çekên giran derketine balkişandin. Piştî ku cenaze hate şûştin, girse bi dirûşmên wekî "Dîsa dîsa serhildan serokê me Ocalan", "HPG here eniyê ji bo mîsîlemeyê", "Bê serok jiyan nabe", "Rêhevalê Ocalan nemir e", " Ocalan", "Di şer de jî aştiyê de jî em bi te re ne Ocalan" ber bi goristanê ve bi rê ket. Li goristanê nimêja canaze hate kirin. Piştre cenazê, hate definkirin û bi kurdî terqî hate xwendin. Piştî rêzgirtinê, merasîm bi dawî bû.
Girse piştî definkirina cenaze, di bin tedbîrên ewlehiyê yên berfireh de bi dirûşmên wekî "Şehîd namirin", "Ocalan" nêzî 2 kîlometre meşiya.
http://www.dozaciwanan.com/modules.php? ... e&sid=6507
Again, thanks in advance.







